Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li dijî tundiyê dirûşmeyên azadiyê berz dikin

Di qadeke jiyanê ya tije çîrokên cihêreng de, jin dibêjin ku di jiyanek armanca wê rûmet û wekhevî de cihê tundiyê tune ye.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.

Navenda Nûçeyan – Li bajar û herêmên cûda, dengê jinan di çîrokek hevpar a têkoşîna ji bo azadî, rûmet û jiyaneke bi ewle de dibin yek, deng vedide. Bi boneya 25’ê Mijdarê, jinên ji deverên cûda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê peyam û dirûşmeyên ku redkirina li hember her cûre tundiyê perve dikin. Jinan diyar kirin ku dengê jinan dê li dijî niheqî û dûrxistinê bibe hêzek bênavber.

Her çend ew ji erdnîgariyên cuda bin û bi zimanên cuda diaxivin jî, ev peyam dengek kolektîf ê jinan di teyîsîn e. Ew nîşan didin ku berxwedana li dijî tundiyê ne tenê bûyerek demkî an jî dirûşmeyek rojane ye. Berovajî vê, têkoşînek domdar û rojane ye ji bo misogerkirina mafan, parastina rûmetê û avakirina civakek li ser bingeha wekhevî û edaletê ye.

Ev jin bi gotinên xwe, destnîşan dikin ku bêdengî êdî ne vebijarkek e, yekkirina dengên wan  di şikandina çerxa tundiyê û vekirina rê li ber jiyanek azad û ewle de gavek girîng e.